Serokwezîr Barzanî bi General Paul LaCamera re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê, General Paul LaCamera kir.
Malpera hikûmeta Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeke serbazî ya hêzên hevpeyman bi serokatiya fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê, general Paul LaCamera kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa ewlehiya Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin û General LaCamera behsa girîngiya hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî kir bo şerê li dijî DIAŞê.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Barzanî spasiya hevkariya hêzên hevpeyman bi taybet Amerîka di şerê DAIŞê de kir û got, “Ew tiştên ku bûne sebeba derketina DAIŞê, hîn mane ji ber ku DAIŞ li gelek deveran dîsa aktîf bûye û dest bi êrişên terorîstî kiriye.”
Serokê hikûmetê anî ziman ku aramî û ewlehiya Iraqê bandoreke pozîtîf li ser ewlehiya Rojhilata Navîn dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin