Serokwezîr Barzanî pêswazî li General Richard Bell kir: 'Ez her dem dostê Kurd im'

09 November 2021 16:06 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li General Richard Bell kir: 'Ez her dem dostê Kurd im'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li cîgirê fermandariya giştî ya hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, General Richard Bell û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku General Richard Bell ji ber bidawîbûne erka xwe ya di hevpeymaniya navdewletî de serdana xatirxwestinê li Serokwezîr Barzanî kiriye.

Di hevdîtinê de, Serokê hikûmeta Kurdistanê spasiya general Bell kir ji ber kar û xizmetên ku di dema borî de kirine û hêviya serkeftinê jê re xwest di erka wî ya nû de.

General Bell jî bi nirxdarî behsa hevkarî û hemahengiya dezgehên pêwendîdar yên Kurdistanê bi hêzên hevpeyman re kir û ragihand, ew her dem xwe wek dostê gelê kurd dizane, li her cih û erkekê de be.

Di civînê de behsa gef û metirsiyên DAIŞê bi taybet li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û girîngiya berdewambûna alîkarîkirina Pêşmerge jî hat kirin.