Serok Barzanî pêswazî li serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro duşemê 20ê Mijdarê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson û şanda ligel wî kir.
Baregeha Barzanî ragihand, Boris Johnson kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re anî zimana û rola wî di şerê li dijî terorê de û hebûna wî li eniyên şer bilind nirxand.
Johnson bal kişand ser pêwendiyên dostane yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û tekezî li ser berdewamiya hevahengî, piştgirî û hevkariyê di navbera her du aliyan de kir, ji bo berdewamiya pêşxistina pêwendiyên dualî.
Serok Barzanî piştî bixêrhatina Boris Johnson, spasiya rola Brîtanyayê ya di i şerê dijî terorîstan de kir, ji ber ku heta niha jî metirsiya îdeolojiya DAIŞê berdewam e û bi şerê leşkerî bidawî nebûye û herwiha bal kişand ser ku metirsiya terorîstên DAIŞê hîn jî li ser aramiya herêmê metirsî ye.
Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatin axaftin û her du aliyan destnîşan kir ku çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destûrê û li ser bingehê lihevkirin, hevsengî û hevpariyê divê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin