Serok Barzanî pêswazî li Rêberê Terîqeta Qadirî Kesnezanî, Sêx Nehro Kesnezanî kir

16 December 2021 21:39 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Rêberê Terîqeta Qadirî Kesnezanî, Sêx Nehro Kesnezanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16 Kanûna 2021ê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî li Cîhanê Şêx Nehro Kesnezanî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser bihêzkirina giyanê lêborîn û biratiya di navbera hemû cînên civakî d û parastin û rêzgirtina li nirxên olî û pêkvejiyanê.

Di civînê de, Şêx Kesnezanî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola xwe ji bo bicihkirina aramiyê di Iraqê de û tebahî û nêzîkbûna pêkhateyan de bibîne.