Serok Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê re civiya

08 March 2023 10:59 0 dîtin
Serok Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Îyad Elawî re civiya.

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Vataniyê Îyad Elawî kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rêyên çareserkirina pirsgirêkan hat gotûbêjkirin.

Hat ragihandin, di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatiye kirin.