Serok Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya

16 August 2021 16:04 0 dîtin
Serok Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya û çend babet di wê civînê de hatin gotûbêj kirin.

Serok Mesû Barzanî pêşwazî îro 16ê Tebaxê li Selaheddîn pêşwaziya li serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Abdulmehdî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên dahatû ya Iraqê û tehdîtên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha di wê civînê de rûdanên dawî yên li Iraqê û li ser asta herêmê jî hatin gotûbêjkirin.