Serok Barzanî pêswazî li Malikî kir: 'Divê ji ezmûnên berê sûd bê girtin'

22 December 2021 16:53 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Malikî kir: 'Divê ji ezmûnên berê sûd bê girtin'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 22yê Kanûnê roja Çarşemê pêşwazî li şanda Îtara Tensîqî ya Iraqê ku bi serokatiya serokê Tifaqa Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî hatibû Hewlêrê kir.

Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand, di civînê de encamên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê û rewşa siyasî hat axaftin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û şanda mêvan ronahî xistin ser pêwîstiya pêdaçûna bi rêveberiya Iraqê û herwiha hat gotin, divê ji ezmûnên borî sûd bê wergirtin û prensîbên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di rêveberina welêt de were hesibandin.

Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa astengiyên li hember pêşketina Iraqê, xizmetguzarî, gefên terorê, pirsgirêkên jîngeh û kêmavî û daxwaziyên welatiyan hat kirin û hat diyarkirin, divê xebatên lihev nêzîkbûna aliyên siyasî ji bo dîtina çareyeke baş bo pirsgirêkan û derbaskirina astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê berdewam bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Nûrî Malikî û şanda pê re îro 22yê Kanûnê danê sibê bi rêya balafirxaneya Hewlêrê gihîştibûn Herêma Kurdistanê.