Serok Barzanî pêswazî li Dr. Basim Bedrî kir: Divê pêwendî bên baskirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Îlonê, li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê Dr. Basim Bedrî kir.
Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de Serokê Desteya Bilind a Niştîmanî ya Lêpirsîn û Dadweriyê behsa erk û karê desteyê kiriye û tekezî li ser wê kiriye ku ew kar û barên xwe bi awayekî profesyonel û dûrî destêwerdanên siyasî birêve dibin.
Dr. Basim Berdî daxwaz kir ku hevahengiya wan bi ji aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê re hebe, bi taybetî ku li Herêma Kurdistanê gelek kes hene bûne qurbaniyên siyaseta rejîma berê ya Iraqê, ji bo ew bikarin pirsgirêk û daxwazên wan bicih bînin, herwiha desteya wan jî hevkar be ji bo misogerkirina dadperweriyê û bicihanîna daxwazên wan.
Dr. Bedrî, daxwaz kir ku pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de bên başkirin û astengiyên li pêşiya pêwendiyên wan û hemahengiya wan werin çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin