Serok Barzanî û generalê Amerîkî McFarlane li ser terorê axifîn
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û fermandarê giştî yê hêzên koalîsyonê yê Iraqê û Sûriyê general Matthew McFarlane li herêma Kurdistanê civiyan.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û generalê Amerîkî Matthew McFarlane li ser mijara terorê û reformên di wezareta Pêşmerge de axifîn. Li gor ragihandina baregeha Barzanî; li ser hevdîtinê ragihand ku terora tehdîda wê dewam dike, ji bo têkbirina wê, divê koordinasyona civaka navdewletî hebe.
Di hevdîtinê de behsa reformên di wezareta Peşmerge de hat kirin û McFarlane ji bo desteka serok Barzanî ya di pêvajoya reforma wezaretê de sipasiya serok Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin