Serokwezîr Barzanî: Êrîsa tirsonekî ya ser hêzên Amerîkî bi tundî sermezar dikim

29 January 2024 12:20 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Êrîsa tirsonekî ya ser hêzên Amerîkî bi tundî sermezar dikim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşa şeva borî ya li sînorê Urdin-Sûriyî bi ser hêzên Amerîkî de ku 3 leşker hatin kuştin û 34 leşkerên amerîkî jî birîndar bûn şermezar kir.

Mesrûr Barzanî, li ser medya civakî Xê peyameke sersaxiyê û şermezarkirina wê êrîşê belav kir.

 

I condemn yesterday’s cowardly attack on US forces in NE Jordan in the strongest terms. My thoughts are with the US government and people for the tragic losses in this difficult time -mb.

— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 29, 2024

 

Mesrûr Barzanî got: “Êrîşa li bakurê rojhilatê Urdinê ya tirsonekî ku doh li ser hêzên Amerîkayê pêk hat, bi tundî şermezar dikim. Di vê dema zehmet de, ji bo windayên trajîk hevxwemiya xwe ji hikûmeta Amerîka û gelê Amerîkî re radigihînim.”

Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser leşkerên Amerîkî şermezar kir

Kuştina leşkeran siyaseta DYAyê hêrs kir: Divê Îran bi tûndî bê lêdan

Îranê berpirsiya xwe ya êrîşa ser hêzên Amerîkî red kir: Bersiveke komên berxwedanê