Serokwezîr Barzanî êrîsa li Moskowayê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskowa, paytexta Rûsyayê bi tundî şermezar kir.
Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî derbarê êrîşa li dijî salona konserê ya li Moskowa ya paytexta Rûsyayê de nivîsek parve kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowayê bi tundî şermezar dikin û wiha got: "Ez êşa malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û gelê Rûsyayê û hikûmeta Rûsyayê yên birîndar di vê dema dijwar de parve dikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin