Serok Barzanî êrîsa terorîstî ya li Moskowayê sermezar kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskowa paytexta Rûsyayê şermezar kir.
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X derbarê êrîşa li dijî salona konserê ya li Moskova ya paytexta Rûsyayê de daxuyaniyek belav kir.
"Em bi tundî êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li Moskowê sivîlên bêguneh kir armanc şermezar dikin." Barzanî di peyama xwe de got: “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û êşa gel û hikûmeta Rûsyayê parve dikin.”
Çi qewimî?
Şeva borî (22.03.2024) li Moskowaya paytexta Rûsyayê, di encama êrişa ser navenda kirîn û firotinê ya Crocus City Hall ku salona konserê ya mezin tê de ye, 93 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 145 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin