Serokwezîr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoyê re civiya

28 February 2024 10:59 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoyê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê Jack Reed civiya.

Îro sêşem 27.02.2024 li Washingtonê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Komîteya Hêzên Çekdar Senator Jack Reid û endamê payebilind ê komîteyê Senator Roger Wicker kir.

Di hevdîtinê de li ser girîngiya parastina li ser giringiya parastina aştî, ewlehî û aramiyê û berdewamiya piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ve rêkeftin hat kirin.

Serokwezîr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku rêz li statuya destûrî û federaliya Herêma Kurdistanê tê girtin.

Serokê Komîteya Hêzên Çekdar Reîd, têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurd bilind nirxand.