Serokwezîr Barzanî bi Serokê Ermenistanê Xaçaturyan re civiya

18 January 2024 18:58 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Serokê Ermenistanê Xaçaturyan re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Serokê Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan re civiya.

Mesrûr Barzanî roja 15ê Çile ji bo beşdarbûna 54emîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ku li Swîsreyê tê lidarxistin, çûbû Davosê.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê hatin gotûbêjkirin.

Aliyan li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û nehiştina aloziyên li Rojhilata Navîn hevdeng bûn.