Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî General Joel Vowell re civiya

04 April 2024 18:09 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî General Joel Vowell re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 4ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyeyê General Joel Vowell û şanda pê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî civînê ragihand,  di civîna ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî amadehî kiriye de, danûstandin li ser rewşa ewlehî û leşkerî ya herêmê hate kirin.

Di civînê de kurteyek li ser kar û çalakiyên hevpeymanan li deverê hate pêşkêşkirin, her du alî li ser berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê li Iraq û deverê hevnerîn bûn û herwiha pêdivîya hevahengî û alîkariya hevpeymanan bi artêşa Iraqê û Pêşmerge re ji bo rûbirûbûna metirsiyan anîn ziman.

Di beşeke din a civînê de, pêngav û pêşhatên dawî yên proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser pêdivîya berdewamiya proseyê kir û piştevaniya xwe ji bo pêngavên wê diyar kirin.