Ji Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî serdana xatirxwestinê bo Mesrûr Barzanî

11 May 2022 20:04 0 dîtin
Ji Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî serdana xatirxwestinê bo Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Gulana 2022yan pêşwazî li şandeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir.

Cîgirê Rêveberê Tîma Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Tod Boros, bi boneya bidawîbûna erkê xwe, ji bo xatirxwestinê ligel şandekê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya piştevaniya Pêşmerge bi rûbirûbûna gefên DAIŞê gotûbêj hatiye kirin û ji bo îstiqrara herêmê tekezî li pêwîstiya pêşvebirina hevahengiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Hevpeymaniya Navdewletî kir û hêviya serkeftinê ji bo Kolonel Tod Boros di erkê wî yê nû de xwest.