Fermandarê Gistî yê Hevpeymaniya Navdewletî: Pistgiriya me ya ji bo Pêsmerge wê berdewam be
PeyamaKurd - Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bersiva K24ê daye û diyar kiriye: “Em ê heta bidawîhatina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bimînin û li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bin.” Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê jî got, ew hîn lêkolînê li ser êrîşa li nêzîkî Balafirxaneya Silêmaniyê dikin û ew li dijî her êrîşekê ne ku ewlehiya hêzên wan li Kurdistanê bixe metirsiyê.
Di hevpeyvîneke online ya bi K24ê re Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Matthew McFarlane û Cîgira Alîkara Wezîrê Berevaniyê Dina Stroll qala çend mijarên girîng ên girêdayî metirsiya DAIŞê li Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî kirine.
Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Matthew McFarlane destnîşan kiriye: “Em ê heta bidawîhatina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bimînin û li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Destbikarbûna Firqeya Yek û Du ên Wezareta Pêşmerge, kevirê bingeha çaksazîyê ye di wezaretê de û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo parastina asayîş û aramîya navçeyê îsbat dike.”
McFarlan herwiha eşkere kiriye, êrîşên DAIŞê li gorî sala borî li Iraqê ji sedî 68 û li Sûriyê ji sedî 55 kêm bûne.
Fermandeyê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî daye zanîn, heta niha hîn jî DAIŞê metirsî ye û hizra tundrewî û terorîstî nehatine jinavbirin. Lê hevkarên me bi alîkariya hêzên Hevpeymanan di kampîna jinavbirina DAIŞê de pêşketineke baş bi dest xistine.
Herî dawî McFarlane spasiya hevpeyman û hevkarên xwe jî kiriye ku metirsiya DAIŞê li navçeyê kêm kirine û tekez kir ku heta jinavbirina temam a DAIŞê, ew ê li Iraq û Sûriyê bimînin û dê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin.
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka stratîjî û astengiya li pêşiya jinavbirina tam a DAIŞê li navçeyê, hebûna çekdarên biyanî li kampa Holê ye û divê bi hewleke navdewletî were çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka Dina Stroll behsa serdana Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin di meha Adarê bo serdana Herêma Kurdistanê kir û got, Wezîrê Berevaniyê Austin li Hewlêrê got ku siyaseta Amerîkayê nehatiye guhertin û ji bo jinavbirina metirsiyan dê li navçeyê bimîne.
Stroll got, heta niha 10 hezar çekdarên DAIŞê û nêzîkî 50 hezar jin û zarok li kampên Rojavayê Kurdistanê ne û divê kar ji bo vegerandina wan bo welatên wan bên kirin.
Alîkara Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê behsa êrîşa li nêzî firokxaneya Silêmaniyê kir û got, leşkerên welatên wê di nava otomobîla ku êrîş lê hatiye kirin de bûn. Pentagon hîna lêkolînê li ser êrîşê dike. Her wiha hişyarî da ku ew bi tundî li dijî her kiryarekê ne ku ewlehiya leşker û hevkarên wê bixe metirsiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin