Serok Barzanî bi Fermandarê Gistî yê Hevpeymaniya Navdewletî yê Suriye û Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Çileyê pêşwazî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Joel Vawell û şande ligel wî kir.
Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw jî amade bû de, pêşhat û guhertinên dawî û metirsiya terorê li Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha metirsiyên serîhildana DAIŞê hat gotûbêjkirin û bi girîng hat dîtin ku tedbîrên pêwîst ji bo şerê li dijî terorê werin standin.
Di beşeke din civînê de jî ronahî xistin ser berdewamiya hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de û tekezî li ser berdewamiya karê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê hate kirin, ji bo nehiştina metirsiya serîhildana terorîstan û parastina ewlehî û aramiyê li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin