Nêçîrvan Barzanî: Biryara Dadgeha Federal pirsgirêkên di navbera Iraq û Kurdistanê de aloztir dike
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê de, daxwaza pêdeçûnê kir û diyar kir: “Ev biryar, pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser dosyaya neft û gazê aloztir dike.”
Dadgeha Federal a Iraqê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistana de da zanîn, ew yasa dijî destûra bingehîn a rêvebiriya navendî ya Iraqê ye û divê dahatên petrolê yên bi hinardekirinê hatine bidestxistin, radestî Bexdayê bên kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û got: “Ev biryar pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser dosyaya neft û gazê aloztir dike.”
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Di demekê de ku Iraq ji rewşeke siyasî ya aloz de derbas dibe, mixabin biryareke dadgeha bilind a federal a Iraqê, ku yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî pênase dike, Herêma Kurdistanê jî rastî nîgeraniyeke mezin anî.
Li gor me ew biryara dadgeha bilind a federal ku pişta xwe dide yasayeke dema rejîma berê, bingehê federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê piştguh xistiye û li gel ruhê destûr û sîstema federal hev nagre û di pratîkê de jî nayê cîbicîkirin.
Ew biryar herwiha pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyaya neft û gazê jî aloztir dike ku bi salane hewla çareseriya wan hatiye dayîn û di çend qonaxan de pêngavên ber bi çareseriyê ve hatine avêtin.
Li gor me dadgeha bilind a federal di cihê vê biryarê de, pêwîst bû biryar bide ku hikûmeta federal a Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûrê li ser pirsgirêk û pirsa neft û gazê bigehin çareseriyek ku di berjewendiya hemû Iraqê de be.
Bendewariya me ji dadgeha bilind a federal a Iraqê heye û em daxwaz dikin pêdeçûnê di biryara xwe de bike û bingeha destûr û sîstema federalî berçav bigre, ku ew mafên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin û nebin sedema alozbûna zêdetir a rewşa siyasî ku ziyan bi berjewendiyên Iraqê bi giştî jî digehîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.02.2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin