Serok Barzanî: Biryara Dadgeha Federal zirarê dide proseya demokrasiyê

06 March 2024 18:08 0 dîtin
Serok Barzanî: Biryara Dadgeha Federal zirarê dide proseya demokrasiyê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Adarê pêşwaziya şanda bi seroktiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tailor kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Straw jî amade bû de, behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Washingtonê hate kirin û wek serdaneke cidî û serkeftî hat pênasekirin.

Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û kêşeyên heyî hat kirin û herwiha behsa pêdiviya parastina seqamgeriya Iraqê û rola hêzên Hevpeymanan di îstiqra Iraq û deverê de hate kirin.

Biryara Dadgeha Federal zirarê dide demokrasiyê

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê anî ziman û fikarên xwe yên bo biryara Dadgeha Federalî ya nehiştina kursiyên kotaya pêkhatan diyar kir û ew biryar weke bizaveke ji bo nehiştina mafê pêkhatan û gihandina ziraran ji bo proseya demokrasiyê nirxand.

Di beşeke din a civînê de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.