Serok Barzanî: Dadgeha Federalî xwe xistiye sûna deshilata yasadanînê

03 April 2024 19:41 0 dîtin
Serok Barzanî: Dadgeha Federalî xwe xistiye sûna deshilata yasadanînê

PeyamaKurd- Serok Barzanî bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya û ragihand, Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî yên bi awayekî rêzê li qewareya Herêma Kurdistanê negre distîne.

Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Nîsanê pêşwazî li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jenine Plasschaert kir.

Di civîna ku bi taybetî rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin de, Jenine Plasschaert bal kişand ser rola Serok Barzanî û PDKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de û got, haya wê jê heye ku ev du sal in PDK amade ye hilbijartinan di dema xwe de bên kirin û niha jî têdigihin nîgeraniyên PDKê yên derbarê hilbijartinan de û tekezî li ser pêwîstiya beşdariya PDKê di hilbijartinan de kir û got ku pêkanîna hilbijartinan bê PDK pêvajoyeke zehmet e.

‘Dadgeha Federalî xwe xistiye şûna deshilata yasadanînê’

Serok Barzanî sedemên helwesta PDKê rave kir û got, Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî ne û ne bi awayekî ne ku rêz li qewareya Herêma Kurdistanê bigire.

‘Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin’

Serok Barzanî got, “Bêparkirina pêkhateyan ji nûneratiya wan dê ziyaneke mezin bigihîne pêkvejiyana ku bi dehan salan e gelê Kurdistanê ji bo wê têdikoşe. Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin ji ber ku ew neteweyên cuda ne û divê hest bi hebûna xwe li Kurdistanê bikin. Parlameneke bê neteweyên din, dê parlameneke kulek û netemam be.”

Divê hilbijartin dûrî destwerdana derve be

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinê kir û diyar kir, pêwîste hilbijartineke ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide, azad û şefaf û dûr ji destêwerdanên derve û dîzayna pêşwext a encaman be.

Serok Barzanî bibîr xist, PDKê li Herêma Kurdistanê damezrînera rewatî û hilbijartinê bû û bi xwe jî di sala 1991ê de li Koyê got ku divê em ji rewatiya şoreşgerî derbasî rewatiya yasayî bibin.