Dadgeha Federal a Iraqê rûnistina ser gilîyê Serokwezîr Barzanî bi pas xist

19 May 2024 13:41 0 dîtin
Dadgeha Federal a Iraqê rûnistina ser gilîyê Serokwezîr Barzanî bi pas xist

PeyamaKurd – Rûniştina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê a biryar bû li ser gilînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî îro 19ê Gulanê bicive hate paşxistin.

Parêzerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Iyad Kakeyî ji medya Kurdistanê re ragihand, 2 dadwerên Dadgeha Federalî di betlaneyê de ne, lewma dadgehê biryar da ku rûniştina dozê were paşxistin.

Dihat çaverêkirin Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 19ê Gulanê li ser gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya taybet li ser dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê û vegerandina biryara betalkirina 11 kursiyên pêkhateyan dicive.

Mesrûr Barzanî 6ê Gulanê gilî kiribû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 6ê Gulanê bi rêya parêzer Îyad Kakeyî, li ser dabeşkirina kursiyên parlamentoya Kurdistanê gilî li dijî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, li Dadgeha Federalî vekiribû.

Giliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi du xalan ve girêdayî ye: Rêbaza dabeşkirina 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan û betalkirina 11 kursiyên kotayê ya Parlamentoya Kurdistanê. Serokwezîr daxwaz ji dadgehê kir ku wê dabeşkirina bi “neyasayî” binav bike.

Hêjayî gotinê ye, 22yê Sibata 2024an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 11 kursiyên kotayê yên Parlamentoya Kurdistanê betal kirin û bi nedestûrî da nasandin. Ew 11 kursî di nav pêkhateyan de bi vî awayî hatibûn dabeşkirin: 5 ji bo Xiristiyanan, 5 ji bo Tirkmenan û yek jî ji bo Ermenan.

Dadgehê li ser giliyê Mesrûr Barzanî biryara rawestandinê dabû

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 7ê Gulanê di bersiva giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, biryareke “welayî” derxist, ji bo rawestandina bicihkirina xala duyem a madeya duyem ji sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên kandîdên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê.

Palamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û li ser van herêmên hilbijartinê tê dabeşkirin: Parêzgeha Hewlêrê 34, Silêmaniyê 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî

Dadgeha Federalî biryar dabû, heta dema ku gilî yekalî dibe, bicihkirina xala duyem berdewam dibe, ev jî bi armanca dûrketina ji encamên bicihkirina wê ku dê di pêşerojê de çareserkirina wan dijwar be.