Dadgeha Federal a Iraqê giliyê Serokomar Resîd red kir!
PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê doza Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li dijî serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Darayî Taîf Samî red kir û daxwaz ji hikûmetê kiribû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne.
Dadgeha Federal a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: "Biryara pêkanîna proseya tomarkirina mûçe li gorî rênimayiyên Banka Navendî ya Iraqê ye, bi şertê ku hemahengî di navbera Wezareta Darayî ya Federal û Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were dabînkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me biryar da ku em giliyê red bikin, bi taybetî îdiayên ku di giliyan de têne kirin li derveyî çarçoveya me ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin