Dadgeha Federal a Iraqê namzediya Hosyar Zêbarî ya serokomariyê red kir

13 February 2022 15:33 0 dîtin
Dadgeha Federal a Iraqê namzediya Hosyar Zêbarî ya serokomariyê red kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe ya îro Yekşemê de, li ser namzedbûna namzedê PDKê yê serokomariyê Hoşyar Zêbarî biryara xwe eşkere kir.

Dadgeha Federalî ya Iraqê namzedbûna Hoşyar Zêbarî ya ji bo posta Serokomariya Iraqê red kir.

Dadgeha Federalî îro 13ê Sibatê roja Yekşemê di civîna xwe de biryara redkirina namzediya namzedê PDKê yê serokomariyê Hoşyar Zêbarî derxist. Dadgehê ragihandiye ku li gorî yasayê namzediya Hoşyar Zêbarî ne guncav e.

Biryar bû roja 7ê Sibatê di rûniştina duyem a Parlamentoyê de serokomarê nû bê hilbijartin. Lê ji ber çend nûnerên ser bi YNKê ve, doz li dijî Hoşyar Zêbarî vekiribûn, Dadgeha Federal proseya hilbijartina Hoşyar Zêbarî rawestandibû.

Piştî biryara îro ya Dadgeha Federal Hoşyar Zêbarî civîneke rojnamevanî saz dike...