Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê doza li dijî Hosyar Zêbarî wê yeksemê gotûbêj bike
PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, wê roja Yekşemê doza li dijî namzedê serokomarê Iraqê yê PDKê Hoşyar Zêbarî gotûbêj bike.
Biryar bû roja 7ê Sibatê di rûniştina duyem a Parlamentoyê de serokomarê nû bê hilbijartin. Lê ji ber çend nûnerên ser bi YNKê ve, doz li dijî Hoşyar Zêbarî vekirin û ji ber wê Dadgeha Federal jî proseya hilbijartina Hoşyar Zêbarî rawestandibû.
Namzedê PDKê yê serokomarê Iraqê, Hoşyar Zêbarî ye û 31 kursiyên PDKê li Parlamentoya Iraqê hene.
Hevpeymanên PDKê, bi taybet fraksiyona Sedir û Hevpeymaniya Siyade ya Sunniyan, piştevaniya namzedê PDKê dikin ku bibe serokomarê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin