Dadgeha Federal a Iraqê, doza li dijî Kurdistanê red kir

15 September 2022 16:04 0 dîtin
Dadgeha Federal a Iraqê, doza li dijî Kurdistanê red kir

PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên dadweriyê ve hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê, dozeke din a li dijî Herêma Kurdistanê ya ji bo destura Herêma Kurdistanê li dijî destûra Komara Iraqê nebe, red kiriye.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên dadî ve ji bo çapemeniyê hatin ragihandin, îro Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, doza ku ji aliyê parlamenter Basim Xeşan ve hatibû vekirin red kiriye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku Basim Xeşan di doza ku vekiribû de xwestibû ku destûra Herêma Kurdistanê ya ku hewila nivîsandin û pejirandina wê tê dayîn, bi awayeke wisa be ku li dijî destûra Komara Iraqê nebe.

Hat ragihandin ku ji ber ew mijar nakeve nav desthilatiya taybet a Dadgeha Federal a Iraqê, ev doz hatiye redkirin.