Dadgeha Federal a Iraqê ji bo gilînameyeke dijî Herêma Kurdistanê dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser dozeke ku li dijî Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê û Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive ku gilî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Xwarinê ya Wezareta Bazirganî ya Iraqê ve hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, roja Sêşemê 28ê Sibatê derbarê dozeke ji bo pabendkirina Herêma Kurdistanê bi dayîna pereyê firotina yekeyên kuponên xwarinê di navbera 01.01.2004 heta 30.09.2021an kom bibe.
Gilî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Bazirganiya Xwarinê ya Iraqê ve li dijî Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê Wezaretê Newzad Kamil ve hatiye tomarkirin.
Hat zanîn ku ew gilî heta niha 4 caran hatiye paşxistin, ku gilîkar daxwaza mûçeyê 18 salan ji firotina yekeyên xwarinê ji aliyê dezgehên xwarinê li Herêma Kurdistanê dike, lê Wezareta Bazirganiyê di wê baweriyê de ye ku ew gilî bi ser nakeve.
Rêveberê Giştî yê Bazirganî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistana Iraqê Newzad Kamil ji Rûdawê re gotiye: "Me di dawiya sala borî de bi Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê re li hev kir da ku doz bi dawî bibe. Niha rêkeftin di meriyetê de ye, ji ber vê yekê em ne li bendê ne ku dadgeha federal ti biryarekê li ser gilînameyê bide, ji ber ku doz ber bi çareseriyê ve diçe, ji ber vê yekê dibe ku dadgeh biryara li ser dozê taloq bike."
Herwiha Newzad Şêx Kamil da zanîn ku ew duh li Hewlêrê ligel şandeke Wezareta Bazirganî ya Iraqê civiyane û got: “Li gorî rêkeftina me û Wezareta Bazirganî ya Iraqê di sala 2022an de, her meh ew kuponên xwarinê ji Bexdayê re tên şandin, di ber de Wezareta Bazirganî ya Iraqê jî mesrefa veguheztin û daxistina yekeyên xwarinê, mûçeyên karmendan û xercên din li ser xwe digire."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin