Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryarek derxist

04 October 2022 17:48 0 dîtin
Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryarek derxist

PeyamaKurd – Dadgeha Federal a Iraqê ku beriya niha jî hejmarek biryarên dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê derxistibûn, li ser giliyê partiya Nifşa Nû derbarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de jî biryara xwe eşkere kir.

Hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê îro 4ê Cotmeha 2022yan, li ser giliyê ‘neyasayîbûna’ Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê civiya.

Piştî rûniştina dadgehê hat ragihandin ku Dadgeha Federal biryar daye ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê dijî destûra Iraqê.

Dadgeha Federalî ku bi biryarên xwe yên siyasî derketiye pêş, beriya niha jî Yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê bi heman hincetê betal kiribû û bûye sedema nakokiyan di navbera hikûmetên Bexdayê û Hewlêrê de.