Dadger Rizgar Mihemmed: Qanûna Dadgeha Federal bi xwe li dijî destûra Iraqêye

28 January 2023 19:15 0 dîtin
Dadger Rizgar Mihemmed: Qanûna Dadgeha Federal bi xwe li dijî destûra Iraqêye

PeyamaKurd – Dadgerê ku Saddam Huseyin di darizand Rizgar Mihemmed Emîn li ser Dadgeha Federal ya Iraqê di bernama bi Rûdawê re axifî û got ku Qanûna Dadgeha Federal bi xwe li dijî destûra Iraqêye. Dadgeha Federal ya Iraqê di asteka wisa de ye ku di wexta li Iraqê û Herêma Kurdistanê aramî hebe û xelk jiyaneka xweş bijî, wê biryarekî wisa di eleyhiya Herêma Kurdistanê de bide ku her tiştî serûbinê hev dike û hem tê gotin ku endamên dadgehê ne yên serbixwe ne.

Herî dawiyê Dadgeha Federal biryara şandina pere ji bo Herêma Kurdistanê betal kir û car din bû sedema nexweşiya navbera Bexda û Hewlêrê. Li ser dadgeha federal ya Iraqê dadger Rizgar Mihemmed Emîn li ser mijara ku dadgeh nehişt pere bişînin Herêma Kurdistanê û di mijara dadgehê bi xwe de weha got:

“Qanûna Dadgeha Federal bi xwe li dijî destura Iraqê ye. Ji ber madda 30em ya ku dadgeh li gor wê hatiye avakirin, di sala 2005an de hat guhertin. Herêma Kurdistanê û herêmên din divê mafên xwe biparêzin. Divê mafê Herêma Kurdistanê di budçê de hebe ji ber dahata Kurdistanê diçe xezîna Iraqê û divê ji wê derê bê belavkirin.

Hinek tişt hene ku divê Herêma Kurdistanê lêpirsînê bike lê heya niha nekiriye. Divê haya wan ji qanûna budçê û rêvebiriya malî hebe. Van qanûnan girîngin. Hem nûnerên Kurdistanê yên ji bo muzakere û peymanan li Bexda ne, divê van bizanibin. Lê hukumeta Kurdistanê di biryarên li dijî Herêma Kurdistanê de gelek pêşdeçûnan kiriye.

Divê dadgeh bê teref be. Qiymeta dadgehê ji bê terefbûna wê ye. Dadgeh ji bo parastina maf û azadiyan heye. Diviya herêma Kurdistanê bera Dadgeha Federal ya Iraqê bixista hezra xwe. Mafên Herêma Kurdistanê bi destûrê xistine bin garantiyê. Divê rêvebiriya Kurdistanê di vê mijarê de bi hezir tevbigere.

Pêwiste budça Herêma Kurdistanê hebe, budça xwe bişîne Bexdayê û xistina budça Kurdistanê ya nav budça Iraqê wezîfa Iraqê ye. Mafê Kurdistanê heye budça xwe ya ku bi salaye nehatiye şandin bixwaze.

Babetên darayî, mînak babeta petrolê divê bi hevparî bimeşînin. Divê bi ortaxî hilberînin û bi hevre bifroşin. Divê hukumeta Herêma Kurdistanê parametreyên xwe yên di vê mijarê de di ber çav de derbas bike. Iraq dewletekî wesa destûrî nîne û destûr her roj tê îhlal kirin.”