Li Tehranê 2 dadgerên dadgeha bilind hatin kustin
PeyamaKurd – Li payîtexta Îranê li Tehranê du dadgerên dadgeha bilind li ber dadgehê di encama êrîşa çekdarî de hatin kuştin û dadgerekî birîndar kirin. Kesekî nasnama wî nediyar ket avahiya dadgeha bilind ya Tehranê û bi çekê li dadgeran xist. Di daxwuyaniya rêvebiriya Tehranê de hat gotin:
“Serokê dadgeha 39an ya Şoreşa Îslamî ya Bilind Ali Razini û serokê dadgeha beşa 53an Muhammed Mukisa ku her dû jî dadgerên xizmeta wan zêde bûn, di êrîşê de hatin kuştin.
Kesê êrîşê dadgeran kir, piştî bûyerê xwe kuşt. Ti têkiliya êrîşê bi dosyakî Saraya Edliyê an dozekî wê re tine.”
Sedema kuştina her dû dadgeran nehat gotin û kesê êrîşê wan kiriye, çi kese, di derbarê nasnama wî de ti agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin