Cizîr | Dadgeha Bilind cezayê 12 kesan pejirand û 9 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Dadgeha Bilind, li bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê cezayê 12 kesan pejirand û 9 kes hatin girtin.
Dadgeha Bilind, cezayê 12 kesên ku di bûyerên 15ê Sibata 2008an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qewimîbûn hatibûn binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1ê ya Cizîrê ve 3 sal û meh û 15 roja ceza li wan hatibû birîn, pejirand.
Piştî erêkirina ceza ji 12 kesan 9 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa Tyê.
Ji kesên hatin girtin navê hin kesan ev in: Edîp Yagarcik, Remzî Dadak, Husnu Dadak, Çetîn Dayar, Tahsîn Mendeş û Yusuf Uykur.
Her 12 kes bi îdîaya "Sûcdariya li ser navê rêxistina çekdar" dihatin darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin