Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê bo dersa Zimanê Dayikê pesend kir

29 July 2022 16:01 0 dîtin
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê bo dersa Zimanê Dayikê pesend kir

PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) cezayê dsîplînê yê ku ji ber dayîna saetek dersa kurdî li dibistinan di Roja Zimanê Dayikê de li ser wan hatibû sepandin, pesend kir û wekî binpêkirin qebûl nekir.

Egîtîm-Senê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, banga perwerdehiya dersa saetekê bo dibistanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû û hejmarek mamosteyên dibistanên seretayî jî  sala 2016an di çarçoveya çalakiyên Roja Zimanê Dayikê de, li dibistanên xwe saetek dersên Kurdî dabûn xwendekaran.

Mamosteyên ku li navçeyên Lice, Sûr û Yenîşehîr ên Diyarbekirê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî dixebitîn, ji ber ku 22yê Sibata sala 2016an li ser biryara sendîkaya Egîtîm-Senê saetek bi zimanê dayikê ders dabûn, bi cezayên dsîplînê hatibûn cezakirin.

AYMê li ser îtiraza mamosteyan a Dadgeha Îdarî biryar da ku cezayê li wan mamosteyan hatiye birîn nakeve nav binpêkirina mafan û cezayê mamosteyan pesend kir.