Dadgeha Tirkiyê cezayê muebetê da Osman Kavala

25 April 2022 19:54 0 dîtin
Dadgeha Tirkiyê cezayê muebetê da Osman Kavala

PeyamaKurd – Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna îro 25ê Nîsanê ya Doza Geziyê de, karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavala ku 4 sal in di girtîgehê de, bi hinceta jiholêrakirin û hilweşandina hikûmetê bi sizayê muebetê ceza kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Daîreya Mezin a DMMEyê beriya niha ji bo girtina Osman Kavala biryara binpêkirinê dabû û Konseya Ewropayê jî proseya derxistina Tirkiyê ji konseyê dabû destpêkirin.

Dadgeha Tirk di rûniştina îro ya doza Geziyê û Osman Kavala de biryara xwe da û Osman Kavala bi cezayê heta hetayê ceza kir.

Herwiha dadgehê Mucela Yapici û 6 kesên din ên doza Geziyê jî bi heman hincetên alîkariya bo hilweşandina hikûmetê bi cezayê 18 girtîgehê ceza kir û ew kesên li derve dihatin dadgehkirin jî hatin girtin.

Piştî vê biryara dadgeha Tirk tê çaverêkirin ku bi taybet ji aliyê Ewropayê ve bertekên tund ji bo Tirkiyê werin nîşandan û Tirkiye bi temamî ji Konseya Ewropayê were derxistin.