Dadgeha Alman cezayê muebetê da efserekî îstixbarata Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeheke Almanyaya Federalî derbarê derbarê efserekî îstixbarata rejîma Sûriyê de, ji ber tawanên kirine cezayê muebetê da.
Ajansa nûçeyan AFPê ragihandiye ku doh Dadgeha Koblenzê ku li dozên li ser rêjîma Sûriyê yên li Ewropayê hatine vekirin dinêre, ji bo efserê berê yê îstixbarata Sûriyê Enwer Reslan bi sedema tawanên dermirovî biryar da.
Hat ragihandin ku dadgehê li ser daxwaza Dozgeriya Komarê ya Giştî cezayê muebetê daye efserê berê yê rejîma Sûrî.
Hat diyarkirin ku ji sala 2011an ve li dadgehên Almanyayê li ser giliyên welatiyên Sûriyê yên di girtîgehên rejîmê de rastî îşkencê û kirinên dijmirovî hatine gelek doz hatine vekirin û dadgehên Almanyayê jî li gorî yasayên cîhanî biryarê li ser wan tawanên hatine kirin dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin