Trump biryarnama givasa ser Dadgeha Cezayê Navdewletî îmza dike
PeyamaKurd – Rayedarê Koşka Sipî ku nexwestiye navê xwe bide, ragihand ku wê serokê DYAyê Trump givaşê deyne ser Dadgeha Cezayê Navdewletî. Bi biryarnamê re kesên ku alîkariya lêpirsînên dadgehê bike, wê givaşên darayî û zehmetkirina sitendina vîzeyan deyne ser wan.
Ji ber ku dadgeh hevkarên DYAyê, yê wekî Îsraîle weka dijminekî dike hedefê, wê Trump ji bo wan biryarnamê îmza bike. Givaş, ji bo wan kesan an dezgeyane ku di lêpirsîna cezakirinê ya dadgeha cezayê ya navdewletî de agahiyan bide dadgehê û destekê bide dadgehê ye.
Dadgeh, berê ji bo serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu û wezîrê bergiriya Îsraîlê Yoav Gallant di 21.011.2024an de, biryara girtina wan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin