Dadgeha Bangladesê cezayê darvekirinê da Sêxa Hesîna
PeyamaKurd- Dadweriya welatê Bangladeşê li ser serokwezîra berê Şêxa Hesîna cezayê darvekirinê sepand.
Desteyek ji 3 dadgeran a Dadgeha Tawanên Navneteweyî ku dadgeha tawanên şer a navxweyî ya Bangladeşê ye, îro Duşemê biryar da ku Hesîna fermana kuştina derveyî qanûnê daye û bûye sedema kuştina bi sedan kesan.
Yek ji dadgeran di dema darizandinê de got: "Şêxa Hesîna fermanên kuştinê dane û nikariye tedbîrên qanûnî bigire û bi vê yekê tawanên li dijî mirovahiyê kiriye."
Dadgeran got, "pir eşkere ye" ku wê çalakvanên partiya xwe teşwîq kiriye û fermana kuştin û jiholêrakirina xwendekarên xwepêşander daye.
Li gorî dadgehê, tê texmînkirin ku di hefteyên xwepêşandanên sala 2024an de nêzîkî hezar û 400 xwepêşander hatine kuştin û nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûne.
Şêxa Hasîna ji sala 2009an heta hilweşandina hikumeta wê ya sala 2024an serokwezîra Bangladeşê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin