Dadgeha Hûsiyan cezayê darvekirinê da 31 kesî

10 July 2019 00:03 0 dîtin
Dadgeha Hûsiyan cezayê darvekirinê da 31 kesî

PeyamaKurd- Serokê komela mafê mirovan ku navenda wê Cenewreyê, Tewfîk El Hemîdî ragihand ku li Yemenê, dadgehekî di bin kontrola Hûsiyan de cezayê îdamê daye 31 kesî û bo 5 kesan jî biryara beraetê daye.

Di nava kesên ku cezayê îdamê dane wan de zimanzanê dersdarê zankoya Sanayê Yûsif El Bewwab û ji rêvebirên partiya Îslahê Nasir Es Selamî jî heye. Bi sedema ku konseya Darizandinê ya Bilind ya hukumetê dadgehên weha nasnakin, biryara ku didin jî bêqanûniye û bingeha biryarê tine ye. Hamîdî ragihand ku kesên dikevin ber darizandina dadgehên weha, mafên wan tên binpêkirin û îhlala mafên wan zêde dibin.

Hamîdî got ku kesên cezakirî dikarin dosya xwe bidin temyîzê û gelek caran Hûsî darizandinê bo armancên xwe yên siyasî bikartînin.