Dadgeha Îranê cezayê îdamê da Kurdekî û cezayê giran da 2 Kurdên din

10 February 2025 23:07 0 dîtin
Dadgeha Îranê cezayê îdamê da Kurdekî û cezayê giran da 2 Kurdên din

PeyamaKurd – Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku piştî kuştina keça Kurd ya Jîna Emînî, daraza Îranê di protestoyên bûyerê de, gelek Kurdên zîndanî bi cezayê îdamê û yê zîndanê ceza kir.

Dadgeha Îranê ya bajarê Urmiyê ya 1em ku dadgeha şoreşa Îranê ye, ceza li 3 Kurdan birî: Pijman Sultanî (32) bi cezayê îdamê, Rizgar Beygzade Baba Mîrî (47) bi 15 salên cezayê zîndanê û Elî Qasim (28) bi 10 sal cezayê zîndanê ceza kir. Di dozê de Kawe Salihî (42) beraet kir.

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku hêzên Îstîxbarata Îranê kesên navborî binçav kiriye, li wan îşkence kiriye û bi sûcdariya ‘kuştina bi zanîn’ wan tewanbar kiriye.

Her 4 girtiyên Kurd, di sala 2023an de, li bajarên Bokan û Banê, piştî kuştina Jîna Emînî, bi sedema tevî xwepêşandanan bûne, hêzên Îranê wan girtibûn.