Dadgeha Îranê cezayê îdamê da 3 kesên din

09 January 2023 19:28 0 dîtin
Dadgeha Îranê cezayê îdamê da 3 kesên din

PeyamaKurd – Dadgeha Îranê biryarên cezayê darvekirinê li ser xwepêşanderên hatine girtin berdewam dike, piştî ku 2 ciwanên Kurd hatin darvekirin ji bo 3 kesên din jî biryara cezayê îdamê hat dayîn.

Li gorî medya girêdayî dewleta Îranê desthilata dadê ya Îranê, bi tawana “Muharebe” anku “şer li dijî Xwedê”, cezayê bidarvekirinê li Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yaqûbî biriye.

Hatiye diyarkirin ku ew 3 kes xelkê Îsfehanê ne û ajansa Mîzan a desthilata dadê ya Îranê ragihandiye, ew 3 kes roja 16ê Mijdara 2022an bûne sedema aloziyan û mirina sê endamên hêzên ewlehiyê.

Di heman dosyeyê de 6 kes dihatin darizandin ku ji bo du kesên bi navê Emîr Nasir Azadanî 26 sal cezayê zîndanê û Syhêyl Cehangîrî 2 sal cezayê zîndanê hatiye dan û Cabir Mîrhaşimî hat berdan.

Dadgehên Îranê heta niha cezayê bidarvekirinê li 17 kesan birrîne ku ji wan 17 kesan 4 kes hatin îdamkirin ku 3 ji wan Kurd bûn.