Dadgeha Îranê cezayê îdamê da melayê Kurd

11 February 2024 15:20 0 dîtin
Dadgeha Îranê cezayê îdamê da melayê Kurd

PeyamaKurd – Melayê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Xizirnijad ku piştgiriya protestoyên Jîna Emînî yên Jin Jiyan Azadî kiribûn, bi cezayê îdamê hate sizadan.

 ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta “Mufsêd fîl erz” cezayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Li gorî ragihandina Ajansa Mafên Mirovî ya Kurdpayê, Mele Mihemed Xizirnijad, mamostayê olî yê xelkê bajarê Bokanê ye ku di dema protestoyên “Jin Jiyan Azadî” de ji aliyê hêzên ewlehîya Îranê ve hatibû binçavkirin.

Hate diyarkirin ku dadgeha Îranê bi tohmeta “Mufsêd fîl erz”  hikmê îdamê li ser sepandiye.

Melayê Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve neçarî îtirafkirina bi pêwendîyên digel komên tundrew yên olî, birêvebirina xwepêşandanên li Bokanê û xisarên pêketî bi cihên giştî hatiye kirin.

Hatiye zanîn ku Mihemed Xizirnijad li bajarê Urmiyê ji bo 3 meh û nîvan hatiye îşkencekirin û îtirafên bi zorê jê hatine wergirtin.

Melayê Kurd di nav 20 salên derbasbûyê de gelek caran rastî lêpirsînên dezgehên ewlehî yên Îranê hatiye û ji pêşnimêjiya mizgeftên li Sine û Bokanê jî hatiy derxistin.