Dadgeha Îranê cezayê îdamê da du kesên LGBTyî
PeyamaKurd – Dadgeha Urmiyê ya rejîma Îranê, du çalakvanên LGBTyî yên ciwan bi sizayê îdamê mehkûm kir.
Dadgehê Şoreşê ya Îranê, Zara Sedîqî Hemedanî yê bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê ku wek Sara tê nasîn û di temenê 31 salî de ye, bi cezayê îdamê mehkûm kir.
Herwiha çalakvanê din bi navê Elham Çopdar jî bi heman hinceta ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi sizayê îdamê hat mehkûmkirin ku ew jî 24 salî ye.
Zara Sedîqî berîya niha li Herêma Kurdistanê bicih bûbû û sala 2021ê jî vegeriyabû Îranê. Dema 27ê Cotmeha 2021ê xwestiye biçe Tirkiyê jî ji aliyê Îtlaata Îranê ve li ser sînor hatibû girtin û heta vê biryara dadgehê jî di girtgehê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin