Dadgeha Îranê cezayê îdamê da 6 xwepêsanderên Kurd
PeyamaKurd – Dadgeha Îranê ya li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, cezayê îdamê li ser 6 girtiyên xwepêşandanan sepand.
Çavkaniyan ragihandiye ku Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ji bo 6 welatîyên Kurd ên di dema xwepêşandanên bajarê Şinoyê de hatine girtin, cezayê darvekirinê sepandiye.
Hat zanîn ku navê wan xwepêşanderan; Ferhad Tehazade, Ferzad Tehazade, Karwan Şahî Perwane, Hejar Hemîdî, Şehram Meirûfî Mewla û Riza Îslamdost in ku hefteya borî hatine dadgehkirin û cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin.
Hat diyarkirin Ferhad û Ferzad Tehazade yên ceza bo wan hatiye sepandin birayên hev in.
Li gorî zanyariyan ji destpêka xwepêşandanan ve tenê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hezar û 8 kes hatine girtin û 276 kes jî di xwepêşandanan de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin