Dadgeha Fransî cezayê serokomarê berê pesend kir
PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Fransayê, cezayê girtîgehê yê bo serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy hatibû dayîn, pesend kir.
Dadgeha Blind, biryara dadgeha herêmî ya 3 sal cezayê girtîgehê ku ji ber doza gendeliyê li ser Sarkozy hatibû sepandin, pejirand.
Dadgehê sala 2021ê bi hinceta di kampanyaya hilbijartinan de, bertîl daye û gendelî kiriye, 3 sal cezayê girtîgehê li Sarkozy birîbû û ew ceza bo 2 salan hatibû paşxistin.
Dadgeha Bilind, îtiraza parêzerên Sarkozy nirxand û cezayê wî pejirand. Parêzerê Sarkozy Patrice Spinosi, piştî biryara dadgehê ragihand ku ew dê ji bo îtiraza ceza serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin