20 sal cezayê zîndanê dan serokomarê berê

31 July 2024 23:36 0 dîtin
20 sal cezayê zîndanê dan serokomarê berê

PeyamaKurd – Bi sedema destê wî di komkujiya stadyumê ya sala 2009an de hebû, bi delîlê ku li hemberê mirovahiyê sûc kiriye, 20 sal cezayê zîndanê dan sewrokkomarê berê yê Gine, Moussa Dadis Camara.

Di wexta Camara serrokkomar bû, di wexta wî de kesên ku di asta dewletê de desthilatdar bûn, ceza dan 9 kesên din jî.

Camara, di sala 2008an de bi derba leşkerî dest danîbû ser îdara Gine û di sala 2009an de komkujiya stadyumê çêbûbû. Ji ber wê sedemê, Camara û 9 gumanbaran derxistin pêşberê dadger yê bajarê Konakriyê.

Di darazê de dadger cezayê 20 salan yê zîndanê da Camara û kesên pê re dihatin darizandin jî di navbera 10-20 salan de ceza dan wan jî.

Wezîrê ewlehiya serokkomariyê yê Gine Claude Pivi di dawiya sala 2023an de ji zîndanê firar kiribû û di nebûna wî de, heya bi heyayê cezayê zîndanê danê.

Di bûyera stadyûmê de bi sedema xelkê li stadyûmê civiyabûn, ji Camara gotibûn ku car din namzetiya xwe daneyne, hêzên ewlehiyê mudaxeleyê xelkê kiribû û di encamê de 157 kes miribûn û herî kêm 109 jina ketibûn ber tecawiza wan.