Cezayê zîndanê dan serokwezîrê berê yê Fransayê

30 June 2020 01:01 0 dîtin
Cezayê zîndanê dan serokwezîrê berê yê Fransayê

PeyamaKurd- Li edliya Parîsê li dijî serokwezîrê berê yê Fransayê François Fillon ku di wexta serokkomar Nikolas Sarkozy de, di navbera salên 2002-2007 an de serokwezîrtiyê kiribû, bi sedema ku “hevkariya bikaranîna heyiyên giştî di rêya xerab de” û bi sedema “xapandin” ê 5 sal cezayê zîndanê û 375 hezar cezayê pere dayê. Wê Fillon nikaribe heya 10 salan jî siyasetê bike.

Dadgeh, bo serokwezîrê berê, di biryarê de gotiye ku ji budçe ya dewletê bo jina xwe û zarokên xwe pere daye dayîn, malê giştî yê dewletê xistiye zimmeta xwe û dewletê xapandiye. Dadgehê bo hevjîna Fillon jî 3 sal cezayê zîndanê daye lê ceza bipaş xistiye û 375 hezar Euro jî cezayê pere dayê.

Cîgirê Fillon Marc Joulaud jî ji heman dozê ceza sitend û 3 sal cezayê paşdexistî û 20 hezar Euro cezayê pere danê.

Dadgeh bo her dû Fillonan û bo Joulaud pereyên ku xistine zimmeta xwe, bi miqdarê 1 mîlyon Euroyî wê ji wan bistîne. Li hemberê biryara dadgehê parêzerê Fillon an Antonin Levy got ku wê bo biryara dadgehê îttîrazê bikin û dozê bibin dadgeha temyîzê. Parêzer weha got.

“Biryara ku di van şertên skandal de hatiye dayîn ne adil e. Em ê celseyeka nû daxwaz bikin.”