Serokomarê berê yê Fransayê Sarkozy hate berdan
PeyamaKurd- Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy ku ji doza fînansekirina kampanyaya hilbijartinê ji aliyê Libyayê ve, di sala 2007an de 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû sepandin, piştî 20 rojên girtîgeheke li Parîsê hate berdan.
Dadgeha îstinafê ya Parîsê biryar da ku Sarkozyê cezayê xwe bi mercê kontrola edlî li derveyê girtîgehê bicih bîne.
Herwiha dadgehê biryara qedexeya derketine derveyî welat ji Sarkozy re derxist.
Sarkozyê ji ber fînansekirina derveyî yasayan a kampanyaya xwe ya hilbijartinê di 2007an de, bi 5 salên girtîgehê hatibû mehkûmkirin û 21ê Cotmehê jî bo girtîgehê hatibû veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin