Serokomarê berê yê Fransayê: Ne ji Kurdan bûya, ISÎD dê hîn jî serwer bûya!

06 April 2023 14:00 0 dîtin
Serokomarê berê yê Fransayê: Ne ji Kurdan bûya, ISÎD dê hîn jî serwer bûya!

PeyamaKurd- Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande ku beşdarî çalakiya ku li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hat lidarxistin bû, di axaftina xwe de bal kişand ser rola Kurdan a li ser têkbirina terorên IŞÎDê.

Hollande di axaftina xwe de diyar kir ku dan û stendinên wî yên bi Kurdan re digihîjin salên 1980 û 1990an dema ku hevjîna Serokomarê berê yê Fransayê François Mitterrand Danielle Mitterand piştgirî dida gelê Kurd ê ku rastî êrîşan dihat.

Serokomarê berê yê Fransayê, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Kurdan a li dijî IŞÎDê û got,

"Ji bo Kurd li herêma me bibin welatiyên Fransayê, me xebat kirin. Di dema serokatiya min de me piştgirî da Kurdistana ku di bin êrîşên çeteyên IŞÎDê de ma."  

François Hollande da zanîn ku Kurd di şerê li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê de roleke gelek girîng dilîzin û got, “Heger Kurd li dora Serok Mesûd Barzanî kombûyî nebûna, Mûsil hîn di bin dagirkeriya IŞÎDê de bû. Dîsa bêyî Kurdên Suriyeyê, me nikarîba ewqas bajar ji destên IŞÎDê rizgar bikirana.

Ez tu carî ji bîr nakim ku Kurdan ji bo girtina van terorîstan çi kir. Ji ber ku ev yek bû alîkar ku civaka navneteweyî ji metirsiyê were parastin. Ez gelek bi wan bawer im, ji ber ku Kurd wêrek in, xwedî prensîb in, ji bo rêzgirtina nirxên civakî dixebitin. Bi taybetî jin. Dema ku ez serok bûm, min jinên ku li eniyên herî pêş ên li dijî IŞÎDê şer kirin, kirin mêvanên xwe. Ez vê tu car ji bîr nakim.”