Li Idlibê serkirdeyekî berê yê El Nûsra hate kustin
PeyamaKurd - Li gundewarê parêzgeha Idlib a Sûriyê serkirdeyekî bi navê Ebû Xalid El Iraqî ku hemwelatiyê Iraqê ye bi guleyên çekdarên nenas hate kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas serkirdeyekî iraqî li ser rêya Dilbiya Selqîn ê gundewarê Idlibê kuşt.
Heman çavkaniyê daya zanîn, serkirdeyê bi navê Ebû Xalid El Iraqî El Samuraî beriya niha di nava Cebhet El Nusra bû.
Hate diyarkirin ku El Iraqî li Dêrazorê kar kiriye û derbasî bakurê Sûriyeyê bûye û li wir weke muxtarê Iraqiyan kar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin