Wezîrê Pêkhateyan: Em hewl didin sîstema kotayê vegerînin weke berê

11 July 2024 18:03 0 dîtin
Wezîrê Pêkhateyan: Em hewl didin sîstema kotayê vegerînin weke berê

PeyamaKurd – Wezîrê Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf ragihand ku ew niha hewl didin sîstema kotayê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê vegerînin weke berê.

Aydin Marûf di civvîneke rojnamevanî de diyar kir, wan daxwaz kiriye sîstema kotaya pêkhateyan ji nû ve bê vegerandin û got, ji bo wê jî ew ligel hin aliyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl re civiyaye.

Marûf da zanîn ku dabeşkirina kursiyên parêzgehan ên parlamentoyê bo hilbijartinan siyasî ye û diyar kir, dabeşkirina kursîyan bi awayê cografî nerast e û hejmara kursiyên bo pêkhateyan hatine terxankirin jî kêm e, ji ber wê jî wan daxwaz kiriye sîstema berê ya kotayê bê vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê 21ê Gulanê biryar dabû ji 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 5 ji bo pêkhateyan werin terxankirin ku ew jî; 2 li Hewlêrê (1 Xirîstiyan 1 jî Tirkmen), 2 kursî li Silêmanîyê (1 Xirîstiyan 1 jî Tirkmen) û kursiyek jî li Duhokê bo Ermenan bû.