Wezîrê Tirkmen: Em ê hewl bidin kotaya pêkhateyan vegerînin

10 March 2024 13:45 0 dîtin
Wezîrê Tirkmen: Em ê hewl bidin kotaya pêkhateyan vegerînin

PeyamaKurd - Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji pişka Tirkmenan Aydin Marûf di civîneke rojnamevanî de rexne li biryara Dadgeha Federal li dijî netewan hatiye dayîn girt û bang beşdarbûna hilbijartinan li pêkhateyan kir.

Aydin Marûf got, biryara Dadgeha Federal li dijî neteweyan hatiye dayîn, ji ber ku her kes dizane ku li Herêma Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye û wiha pê de çû: “Nûnerên neteweyan bi awayekî baş beşdarî proseya siyasî ya Kurdistanê dibin. Ji ber vê yekê em ji wan dixwazin ku bi awayekî aktîf beşdarî proseya hilbijartinên bê bibin, ji bo ku di Parlamentoya Kurdistanê de nûneratiyeke wan a bi bandor hebe.”

Marûf diyar kir: “Em ê hevdîtinên xwe berdewam bikin, da ku ew mafê ji me hatiye standin û sîstema kotayê bidawî kirin, ji pêkhateyan re vegerînin. Li ser vê bingehê em weke Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ji her demê bêhtir piştgiriya mafên komên etnîkî û olî dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Federalî li roja 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kota yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hilweşandibû û hejmara kursiyan ji 111 daxistibû 100 kursiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ragihandibû.